DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji 50 kesên ketin greva birçîbûnê 18 jin in

 
5 Îlon
14:29 2016

AMED (DİHA) - Ji 50 kesên ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê ketin greva birçîbûnê jê 18 jin in.

50 kesên di pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê de ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dan dest pê kirin. Ji 50 kesên jê 18 jin in. KJA'yê di çarçovya kampanya "Em li Rêberê xwe, Axa xwe û Azadiyê xwedî derdikevin" bang li jinan kiribûn ku tev li çalakiyê bibin. Di nava çalakvanan de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay jî heye.

18 jinên di greva birçîbûnê de navê wan wiha ne:

Selma Irmak: Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê
Dîlek Ocalan: Wekîla HDP'ê ya Rihayê
Ebru Gunay: Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê
Sebahat Tuncel: Hevseroka Giştî ya DBP'ê
Gulcihan Şimşek: Endama MYK'ê ya DBP'ê
Leyla Guven: Hevseroka KCD'ê
Zeynep Karaman : Endama Lijneya KJA'yê
Ceylan Bagriyanik: Koordinasyona KJA û endama Heyeta Îmraliyê
Berfin Emektar: Şanoger
Beritan Tayan: Hevşaredara Rêya Armûşê
Berivan Ozlem Kutlu: Hevşaredara Dêrgulê
Yildiz Çetîn: Hevşaredara Payizava
Rukiye Eryilmaz: Hevşaredara Çinarê
Zelal Abiş Birtane: Cîgira Hevşaredara Pîranê
Arzu Karaman: Hevseroka DBP'ê ya Rezan
Elîf Haran: Endama KJA'yê
Semra Karaduman: Endama KJA'yê
Nalan Goze: Endama KJA'yê

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN