Ji 50 kesên ketin greva birçîbûnê 18 jin in 2016-09-05 14:29:51 AMED (DİHA) - Ji 50 kesên ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê ketin greva birçîbûnê jê 18 jin in. 50 kesên di pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê de ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dan dest pê kirin. Ji 50 kesên jê 18 jin in. KJA'yê di çarçovya kampanya "Em li Rêberê xwe, Axa xwe û Azadiyê xwedî derdikevin" bang li jinan kiribûn ku tev li çalakiyê bibin. Di nava çalakvanan de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay jî heye. 18 jinên di greva birçîbûnê de navê wan wiha ne: Selma Irmak: Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Dîlek Ocalan: Wekîla HDP'ê ya Rihayê Ebru Gunay: Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Sebahat Tuncel: Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek: Endama MYK'ê ya DBP'ê Leyla Guven: Hevseroka KCD'ê Zeynep Karaman : Endama Lijneya KJA'yê Ceylan Bagriyanik: Koordinasyona KJA û endama Heyeta Îmraliyê Berfin Emektar: Şanoger Beritan Tayan: Hevşaredara Rêya Armûşê Berivan Ozlem Kutlu: Hevşaredara Dêrgulê Yildiz Çetîn: Hevşaredara Payizava Rukiye Eryilmaz: Hevşaredara Çinarê Zelal Abiş Birtane: Cîgira Hevşaredara Pîranê Arzu Karaman: Hevseroka DBP'ê ya Rezan Elîf Haran: Endama KJA'yê Semra Karaduman: Endama KJA'yê Nalan Goze: Endama KJA'yê (mae)