DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li Semsûrê îdiaya hemşireyek intihar kiriye

5 Tebax
13:18 2016

SEMSÛR (DÎHA) - Li Behiştiyê hemşîre Esra Kaygisiz a ku hat îdiakirin ji şaneşîna malê xwe avêtiye û întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Erdemoglû ya navçeya Behiştiyê ya Semsûrê duh hemşîreya bi navê Esra Kaygisiz(21) hat îdiakirin ku ji şaneşîna malê xwe avêtiye û intihar kiriye. Kaygisiz a ku şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê, jiyana xwe ji dest da.

Kaygisiza ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Behiştiyê dixebitî, hat zanîn ku cenazeyê wê radestî malbata wê ya li Osmaniyeyê kirine.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN