Li Semsûrê îdiaya hemşireyek intihar kiriye 2016-08-05 13:18:57 SEMSÛR (DÎHA) - Li Behiştiyê hemşîre Esra Kaygisiz a ku hat îdiakirin ji şaneşîna malê xwe avêtiye û întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Erdemoglû ya navçeya Behiştiyê ya Semsûrê duh hemşîreya bi navê Esra Kaygisiz(21) hat îdiakirin ku ji şaneşîna malê xwe avêtiye û intihar kiriye. Kaygisiz a ku şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê, jiyana xwe ji dest da. Kaygisiza ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Behiştiyê dixebitî, hat zanîn ku cenazeyê wê radestî malbata wê ya li Osmaniyeyê kirine. (red)