HDP: Siyaseta demokratîk tekane rê ye
16 Tîrmeh
01:56
2016
ENQERE (DÎHA) - HDP'ê li hemberî hewldana darbeyê nerazîbûn nîşan da û daxuyand ku tekane rê siyaseta demokratîk e
Li ser navê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş têkîldarî hewldana darbeyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hate gotin ku tekane rî siyaseta demokratîk e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di vî pêvojoya zehmet a ku Tirkiye derbas dibe hincet çi dibe bila be divê tu kes xwe nekin şûna îradeya gel.
HDP di hemû şert û mercan de li dijî hemû cureyên darbeyan e.
Pêwîstiya Tirkiyeyê bi awayeke lezgînî bi demokrasiyeke azadîxwaz, nirxên gerdunî yên hundir û derve û peymanan heye. Jibilî xwedîlêderketina siyaseta demokratîk rê nîne."
(sa)