HDP: Siyaseta demokratîk tekane rê ye 2016-07-16 01:56:39 ENQERE (DÎHA) - HDP'ê li hemberî hewldana darbeyê nerazîbûn nîşan da û daxuyand ku tekane rê siyaseta demokratîk e Li ser navê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş têkîldarî hewldana darbeyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hate gotin ku tekane rî siyaseta demokratîk e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di vî pêvojoya zehmet a ku Tirkiye derbas dibe hincet çi dibe bila be divê tu kes xwe nekin şûna îradeya gel. HDP di hemû şert û mercan de li dijî hemû cureyên darbeyan e. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi awayeke lezgînî bi demokrasiyeke azadîxwaz, nirxên gerdunî yên hundir û derve û peymanan heye. Jibilî xwedîlêderketina siyaseta demokratîk rê nîne." (sa)