Heyeta Konferansa Jinan a Cihanê çû serdana Kişanak
AMED (DÎHA) - Heyeta Konferansa Jinan a Cihanê ya hat Amedê çû serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak.
Heyeta ku beşdarî Konferansa Jinan a Cihanê ya li Katmanduya Nepalê di 13-18'ê Adarê de hate lidarxistin bûbûn li ser biryara ku hatibû girtin hate Amedê. Heyeta ku ji Jnessa Kober, Ulrike Held, Birgit Schuttenberg, Anne Wilhelm û Serpil Kaplan pêk tê ji bo pevçûnên li herêmê di cih de bibînin û bi saziyan re hevdîtinan pêk bînin hatin çûn serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak.
Heyetê bi Kişanak re nêrînên xwe parve kirin.
(sa)