Heyeta Konferansa Jinan a Cihanê çû serdana Kişanak 2016-07-02 12:49:26 AMED (DÎHA) - Heyeta Konferansa Jinan a Cihanê ya hat Amedê çû serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak. Heyeta ku beşdarî Konferansa Jinan a Cihanê ya li Katmanduya Nepalê di 13-18'ê Adarê de hate lidarxistin bûbûn li ser biryara ku hatibû girtin hate Amedê. Heyeta ku ji Jnessa Kober, Ulrike Held, Birgit Schuttenberg, Anne Wilhelm û Serpil Kaplan pêk tê ji bo pevçûnên li herêmê di cih de bibînin û bi saziyan re hevdîtinan pêk bînin hatin çûn serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak. Heyetê bi Kişanak re nêrînên xwe parve kirin. (sa)