DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên lubnanî li diji çeteyan çek hilgirtin

1 Tîrmeh
12:55 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Jinên li navçeya El Kaa ya xiristiyanan a Lûbnanê ya li sînorê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên yekîtî ava kirin.

Jinên lubnanî yên xiristiyan ên ku ji ber şerê li Sûriyeyê 5 sal in herî zêde bi bandor dibin li dijî êrîşan çek hilgirtin. Ji ber pevçûnên li Sûriyeyê berdewam dike jinên lubnanî yên bûne hedefa çeteyên DAIŞ û çeteyên din çareserî di çekhilgirtinê de dîtin.

Jinên li navçeya El Kaa ya xiristiyanan a Lûbnanê ya li sînorê Sûriyeyê ku roja duşemê 8 êrîşên bombeyî pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan li dijî êrîşên çeteyên yekîtî ava kirin û dewriye digerin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN