Jinên lubnanî li diji çeteyan çek hilgirtin 2016-07-01 12:55:14 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Jinên li navçeya El Kaa ya xiristiyanan a Lûbnanê ya li sînorê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên yekîtî ava kirin. Jinên lubnanî yên xiristiyan ên ku ji ber şerê li Sûriyeyê 5 sal in herî zêde bi bandor dibin li dijî êrîşan çek hilgirtin. Ji ber pevçûnên li Sûriyeyê berdewam dike jinên lubnanî yên bûne hedefa çeteyên DAIŞ û çeteyên din çareserî di çekhilgirtinê de dîtin. Jinên li navçeya El Kaa ya xiristiyanan a Lûbnanê ya li sînorê Sûriyeyê ku roja duşemê 8 êrîşên bombeyî pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan li dijî êrîşên çeteyên yekîtî ava kirin û dewriye digerin. (sa)