DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Kursên havînê yên NÇM'ê destpêkirin

 
16 Hezîran
12:21 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Piştî li dibistanan perwerdeya xwendekaran ket betlanê, Şaxa NÇM'ê ya Îzmirê kursên serdema havînê da destpêkirin.

Serdema kursên Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) destpêkirin. Di kursên serdema nû de dê ji hêla NÇM'ê ve perwerdeyên şano, santur, tembûr, gîtar, erbane, mey, bilûr, wêne, govendên gelerî û koroya zarokan bên dayîn. Kursên ku ji hêla 10 mamosteyan ve tên dayîn, dê bê pere bin.

Kesên dixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin serî li Şaxa NÇM'ê ya li herêma Basmaneyê ya Konakê ya Îzmirê bidin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN