Kursên havînê yên NÇM'ê destpêkirin 2016-06-16 12:21:09 ÎZMIR (DÎHA) - Piştî li dibistanan perwerdeya xwendekaran ket betlanê, Şaxa NÇM'ê ya Îzmirê kursên serdema havînê da destpêkirin. Serdema kursên Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) destpêkirin. Di kursên serdema nû de dê ji hêla NÇM'ê ve perwerdeyên şano, santur, tembûr, gîtar, erbane, mey, bilûr, wêne, govendên gelerî û koroya zarokan bên dayîn. Kursên ku ji hêla 10 mamosteyan ve tên dayîn, dê bê pere bin. Kesên dixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin serî li Şaxa NÇM'ê ya li herêma Basmaneyê ya Konakê ya Îzmirê bidin. (ms)