DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Bila Erdogan ne axive jin bi axivin

 
6 Hezîran
21:57 2016

ENQERE/STENBOL (DîHA) - Jin li Enqere û Stenbol li dijî gotina Serokomar Erdogan a 'Jinên dayikbûnê red bikin nêvî û kêm in" daketin kolanan û şermezar kirin.
Endama Platforma Em dê Cinayetên Jinan Rawestînin Nazan Koşek, anî ziman ku kes ne şirikê bedena jinê ye û nikarin bibin şirîk.

Jinên Endamên Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, gotina Serokomar Erdogan a 'Jinên dayikbûnê red bikin nêvî û kêm in" şermezar kirin. Endamên Platformê li kolana Sakarya çalakîpêk anîn, Jinan pankarta "Em dê hesap ji dijminê jinan bipirsin" vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Endama Platforma Em dê Cinayetên Jinan Rawestînin Nazan Koşek, anî ziman ku kes ne şirikê bedena jinê ye û nikarin bibin şirîk.

STENBOL

Endamên Platformê li Qada Galatasarayê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Li vir jî heman pankart hat vekirin û siloganên berxwedana jinê tînin ziman hatin berzkirin. Nûnera Platrofmê Gulsum Kav, anî ziman ku ev daxuyaniya Erdogan nayê qebûlkirin û wan ev mafê xwe 500 sal berê bi dest xistiye û tu kes nikare ji destê wan bistîne.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN