'Bila Erdogan ne axive jin bi axivin 2016-06-06 21:57:04 ENQERE/STENBOL (DîHA) - Jin li Enqere û Stenbol li dijî gotina Serokomar Erdogan a 'Jinên dayikbûnê red bikin nêvî û kêm in" daketin kolanan û şermezar kirin. Endama Platforma Em dê Cinayetên Jinan Rawestînin Nazan Koşek, anî ziman ku kes ne şirikê bedena jinê ye û nikarin bibin şirîk. Jinên Endamên Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, gotina Serokomar Erdogan a 'Jinên dayikbûnê red bikin nêvî û kêm in" şermezar kirin. Endamên Platformê li kolana Sakarya çalakîpêk anîn, Jinan pankarta "Em dê hesap ji dijminê jinan bipirsin" vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Endama Platforma Em dê Cinayetên Jinan Rawestînin Nazan Koşek, anî ziman ku kes ne şirikê bedena jinê ye û nikarin bibin şirîk. STENBOL Endamên Platformê li Qada Galatasarayê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Li vir jî heman pankart hat vekirin û siloganên berxwedana jinê tînin ziman hatin berzkirin. Nûnera Platrofmê Gulsum Kav, anî ziman ku ev daxuyaniya Erdogan nayê qebûlkirin û wan ev mafê xwe 500 sal berê bi dest xistiye û tu kes nikare ji destê wan bistîne. (mae)