DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Nûnertiya Rojava li Almanyayê jî hat vekirin

7 Gulan
12:17 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Almanyayê Berlîn, nûnertiyeke xwe vekir.


Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, li Almanyayê nûnertî vekir. Buro bi alên TEV-DEM`ê, YPG/YPJ, Almanyayê ve hat xemilandin. Di merasîmên vekirinê de jî Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropayê Sînem Mihemed, ji Partiya SPD Şêwirmendê berê yê Wezîrê Dadgehê Pro. klaus Faber, Serokê Rêxistina Gelên li ber tunebûnê, Rojnemevan, Qisîsê û hin endamên rêxistina Christian, Nûnerên Partiya Çep û MLP`ê ya elmaniya, Berpirsê Ewlekariya Elektronî di Wezareta Enerjî û Aboriyê li Almanya Ulrich Sandl, gelek nûnerên partiyên kurd li Sûriyeyê û bi sedan ji kurdên li Almanya û Ewropa, amade bûn.

Di merasîmavekirinê de, gelek axaftin hatin kirin û tê de vekirina buroya nûnertiyê hat pîrozkirin û hêviya xurtkirina têkiliyan di navbera Rojava û Almanyayê de û vekirina nûneriyên din hat xwestin.

Paşê hunermend Bangîn Agirî û Hikmet Cemîl (Bangîn) stranên kurdî pêşkeş kirin. Vekirin jî ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemed û dayika tekoşerekî ve hat kirin.

Bi vekirina vê nûneriyê, hejmara buroyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li welatên derve derdikeve çaran. Yek li bajarê Silêmaniyê di 15` tebaxa 2015`an de hat vekirin, paşê di 10`ê sibata 2016`an de li paytexta Rûsiya Moskove û di 17`nîsanê de jî li paytexta Siwêd Stockholm hat vekirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN