Jinan êrîşa nijadperest a li Yalovayê şermezar kirin
16 Adar
									
										14:53
										2016
									
								AMED (DÎHA) - Rêxistinên jinan ên li Amedê êrîşa nîjadperest a ku li Yalovayê li hmeberî xwendekareke kurd pêk hat şermezar kirin. 
Rêxistinên jinan ên Amedê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) êrîşa Nîjadperest a li dijî xwendekara zanîngehê ya kurd R.E. şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li Navenda Jinê ya Ekîn Cerenê hate kirin de civaknas Ayşe Çaçan axivî û diyar kir ku jin li hemû qadên jiyanê rastî êrîş û şîdetê tên, ji ber ku ceza nayê dayîn jî ev êrîş berdewam dikin.
Çaçan destnîşan kir ku li gelek bajarên Kurdistanê jin tên qetilkirin û bedenên wan tên teşhîrkirin, herî dawî li Êlihê qetilkirina 2 jinan jî encama mekanîzmaya şîdetê ye. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							