Jinan êrîşa nijadperest a li Yalovayê şermezar kirin 2016-03-16 14:53:26 AMED (DÎHA) - Rêxistinên jinan ên li Amedê êrîşa nîjadperest a ku li Yalovayê li hmeberî xwendekareke kurd pêk hat şermezar kirin. Rêxistinên jinan ên Amedê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) êrîşa Nîjadperest a li dijî xwendekara zanîngehê ya kurd R.E. şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li Navenda Jinê ya Ekîn Cerenê hate kirin de civaknas Ayşe Çaçan axivî û diyar kir ku jin li hemû qadên jiyanê rastî êrîş û şîdetê tên, ji ber ku ceza nayê dayîn jî ev êrîş berdewam dikin. Çaçan destnîşan kir ku li gelek bajarên Kurdistanê jin tên qetilkirin û bedenên wan tên teşhîrkirin, herî dawî li Êlihê qetilkirina 2 jinan jî encama mekanîzmaya şîdetê ye. (sa)