DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan serdana gora Ekîn Wan kirin

8 Adar
17:46 2016

WAN(DÎHA) - Li Wanê di baregeha çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, jinan gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan a li Gimgimê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û bedena wê hat teşhîrkirin, li ser gora wê serdana wê kirin û qurnefîl danîn ser gorê.

Li Wanê jinan di baregeha çalakiyên 8'ê Adarê de, gora gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan kirin û qurnefîl danîn ser gora wê. Jinên ku di pêşengiya KJA, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û MEYA-DER'ê de hatin gel hev, piştî diayên li goristanê serdana gora Ekîn Wan û gorên jinên PKK'yî yên di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin û qurnefîl danîn ser goranên wan.

Derbarê girîngî û wateya rojê de Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Ûrar axivî û got, "Ekîn Wan bo berxwedana jinê mînaka herî mezin e."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN