Jinan serdana gora Ekîn Wan kirin 2016-03-08 17:46:02 WAN(DÎHA) - Li Wanê di baregeha çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, jinan gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan a li Gimgimê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û bedena wê hat teşhîrkirin, li ser gora wê serdana wê kirin û qurnefîl danîn ser gorê. Li Wanê jinan di baregeha çalakiyên 8'ê Adarê de, gora gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan kirin û qurnefîl danîn ser gora wê. Jinên ku di pêşengiya KJA, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û MEYA-DER'ê de hatin gel hev, piştî diayên li goristanê serdana gora Ekîn Wan û gorên jinên PKK'yî yên di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin û qurnefîl danîn ser goranên wan. Derbarê girîngî û wateya rojê de Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Ûrar axivî û got, "Ekîn Wan bo berxwedana jinê mînaka herî mezin e." (red)