DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Di mehekê de 140 karker bi qezayê mirin

3 Adar
13:57 2016

STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) rapora meha sibatê a cînayetên kar aşkere kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku herî kêm 140 karkeran jiyana xwe ji dest dane.


Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG), bi daxuyaniyek nivîskî rapora meha sibatê a karkerên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir.
ÎSÎG'ê diyar kir ku di qezayên karên fabrîqe, zevî, atolye, buro û rêyan de herî kêm 140 karker jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê rapor pêşkêşî Meclîsa Tirkiyê kir û pêşnûmeya rê li pêş karê erzan, bê ewle û bê rêxistin vedike rexne kir. Di raporê de hat diyarkirin ku herî zêde karkeran li Stenbol, Enqere û Îzmirê jiyana xwe ji dest dane.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN