Di mehekê de 140 karker bi qezayê mirin 2016-03-03 13:57:36 STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) rapora meha sibatê a cînayetên kar aşkere kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku herî kêm 140 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG), bi daxuyaniyek nivîskî rapora meha sibatê a karkerên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku di qezayên karên fabrîqe, zevî, atolye, buro û rêyan de herî kêm 140 karker jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê rapor pêşkêşî Meclîsa Tirkiyê kir û pêşnûmeya rê li pêş karê erzan, bê ewle û bê rêxistin vedike rexne kir. Di raporê de hat diyarkirin ku herî zêde karkeran li Stenbol, Enqere û Îzmirê jiyana xwe ji dest dane. (mae)