DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ: Kurdistan dê bi rêveberiya cewherî azad bibe

 
27 Kanûn
09:08 2015

AMED (DÎHA) - Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan, diyar kir ku ew ji rêveberiya cewherî gavan paşve navêjin û wiha got: "Îro gelê Rojava çawa azad bû û çawa pergala xwe ava kir, Şengal çawa azad bû, gelê Bakurê Kurdistanê jî dê bi rêveberiya cewherî azad bibe."

Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) bi biryar in bibin pêşengê pergala rêveberiya cewherî. Ciwan, niha di berxwedana rêveberiya cewherî de pêşengiyê dikin û hewl didin ku bi her awayî di nava avakirinê de cih bigirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan ê beşdarî Lijneya Gişti ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, diyar kir ku rêveberiya cewherî, bersîva polîtîkayên înkar û îmhaya li dijî gelê Kurdistanê ye.

'Em gavan paşve navêjin'

Aslan, da zanîn ku ew tu carî ji vê daxwaza xwe ya rêveberiya cewherî gavan paşve navêjin û heta rêveberiya cewherî bi ava bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Aslan, anî ziman ku îro cawa ciwan di nava têkoşîn û avaekirinê de cih digirin, dê ji niha û şûnde jî di navde cih bigirin û pêşengiyê bikin.
Aslan, destnîşan kir ku divê rewşa Kurdistanê tenê bi xendekan neyê nirxandin û wiha got: "Dewlet bi tang u topan dixwaze gelê kurd îmha bike. Li hemberî vê yekê ciwan jî dê xwe û gel biparêzin. Dê parastina rewa pêş bixe. "

'Em dê bi xwe biryara xwe bidin'

Aslan, da zanîn ku ji niha û şûnde ew dê di avakirina rêveberiya cewherî de cih bigirin û wiha axivî: "Em dê wekî ciwanên Kurdistanê xwe bi madela komun, meclîs û kooperatifan bi rêxistin bikin. Em dê modela çand, aborî û ekolojiya nû bi rêxistin bikin. Em dê wekî ciwanên Kurdistanê aboriya demokratîk û çanda demokratîk ava bikin. Hin dibistan hatin avakirin. Lê em dê vê yekê mezin bikin û belav bikin. Em dê ji gund û navçeyan ber bi bajaran rêxistinbûn û medela xwe mezin bikin.

Kurdistana Bakur dê bi rêveberiya cewherî azad bibe

Aslan, herî dawî destnîşan kir ku ew modela rêveberiya cewherî esas digirin û Kurdistana Bakur dê bi modela Rêveberiya Cewherî azad bibe. Aslan, ani ziman ku ew dê heta dawî parastina rewa û rêveberiya cewherî biparêzin û wiha got: "Çawa li Rojava gelê me azad bû û pergala xwe ava kir, Çawa Şengal Azad bû, Bakurê Kurdistanê jî dê bi rêveberiyên cewherî azad bibe. Em rastî komkujiyan hatin, lê em dê teqez azad bibin."

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN