DEM-GENÇ: Kurdistan dê bi rêveberiya cewherî azad bibe 2015-12-27 09:08:27 AMED (DÎHA) - Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan, diyar kir ku ew ji rêveberiya cewherî gavan paşve navêjin û wiha got: "Îro gelê Rojava çawa azad bû û çawa pergala xwe ava kir, Şengal çawa azad bû, gelê Bakurê Kurdistanê jî dê bi rêveberiya cewherî azad bibe." Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) bi biryar in bibin pêşengê pergala rêveberiya cewherî. Ciwan, niha di berxwedana rêveberiya cewherî de pêşengiyê dikin û hewl didin ku bi her awayî di nava avakirinê de cih bigirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan ê beşdarî Lijneya Gişti ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, diyar kir ku rêveberiya cewherî, bersîva polîtîkayên înkar û îmhaya li dijî gelê Kurdistanê ye. 'Em gavan paşve navêjin' Aslan, da zanîn ku ew tu carî ji vê daxwaza xwe ya rêveberiya cewherî gavan paşve navêjin û heta rêveberiya cewherî bi ava bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Aslan, anî ziman ku îro cawa ciwan di nava têkoşîn û avaekirinê de cih digirin, dê ji niha û şûnde jî di navde cih bigirin û pêşengiyê bikin. Aslan, destnîşan kir ku divê rewşa Kurdistanê tenê bi xendekan neyê nirxandin û wiha got: "Dewlet bi tang u topan dixwaze gelê kurd îmha bike. Li hemberî vê yekê ciwan jî dê xwe û gel biparêzin. Dê parastina rewa pêş bixe. " 'Em dê bi xwe biryara xwe bidin' Aslan, da zanîn ku ji niha û şûnde ew dê di avakirina rêveberiya cewherî de cih bigirin û wiha axivî: "Em dê wekî ciwanên Kurdistanê xwe bi madela komun, meclîs û kooperatifan bi rêxistin bikin. Em dê modela çand, aborî û ekolojiya nû bi rêxistin bikin. Em dê wekî ciwanên Kurdistanê aboriya demokratîk û çanda demokratîk ava bikin. Hin dibistan hatin avakirin. Lê em dê vê yekê mezin bikin û belav bikin. Em dê ji gund û navçeyan ber bi bajaran rêxistinbûn û medela xwe mezin bikin. Kurdistana Bakur dê bi rêveberiya cewherî azad bibe Aslan, herî dawî destnîşan kir ku ew modela rêveberiya cewherî esas digirin û Kurdistana Bakur dê bi modela Rêveberiya Cewherî azad bibe. Aslan, ani ziman ku ew dê heta dawî parastina rewa û rêveberiya cewherî biparêzin û wiha got: "Çawa li Rojava gelê me azad bû û pergala xwe ava kir, Çawa Şengal Azad bû, Bakurê Kurdistanê jî dê bi rêveberiyên cewherî azad bibe. Em rastî komkujiyan hatin, lê em dê teqez azad bibin." (mae)