DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Ji bo Daristana Bajêr a Amedê daxwaznameyên îtîrazê

 
26 Mijdar
14:57 2015

AMED (DÎHA) - Konseya Bajêr a Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û saziyên civaka sivîl ji bo Daristana Bajêr çalakiyên xwe didomîne û îro jî daxwaznameyên îtîrazê hate dayîn.

Konseya Bajêr a Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û rêxistinên civaka sivîl ji bo îtîrazê pêşkêşkirina Daristana Bajêr a ji eskeriyeyê re bikin, li ber Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de, Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Ozgur Koroglu li ser navê saziyan daxuyanî da û got ewê ji bo îtirazê ewê daxwazname bidin. Koroglu her wiha da zanîn ku welatî jî dikarin heya 6'ê Qanûnê li Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê serlêdanên şexsî jî bikin.

Di daxwaznamê de hate diyar kirin ku, biryara hatiye dayîn dê bandor li ser pêşketina bajêr bike, hewayê asteng bike û pêdiviya bajêr bi qadên leşkerî tuneye.

Piştî daxuyaniyê welatî daxwaznameyên xwe dan Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN