Ji bo Daristana Bajêr a Amedê daxwaznameyên îtîrazê 2015-11-26 14:57:22 AMED (DÎHA) - Konseya Bajêr a Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û saziyên civaka sivîl ji bo Daristana Bajêr çalakiyên xwe didomîne û îro jî daxwaznameyên îtîrazê hate dayîn. Konseya Bajêr a Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û rêxistinên civaka sivîl ji bo îtîrazê pêşkêşkirina Daristana Bajêr a ji eskeriyeyê re bikin, li ber Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de, Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Ozgur Koroglu li ser navê saziyan daxuyanî da û got ewê ji bo îtirazê ewê daxwazname bidin. Koroglu her wiha da zanîn ku welatî jî dikarin heya 6'ê Qanûnê li Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê serlêdanên şexsî jî bikin. Di daxwaznamê de hate diyar kirin ku, biryara hatiye dayîn dê bandor li ser pêşketina bajêr bike, hewayê asteng bike û pêdiviya bajêr bi qadên leşkerî tuneye. Piştî daxuyaniyê welatî daxwaznameyên xwe dan Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawîrdorê. (sy)