DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Amedê coşa şanoyê berdewam dike

 
16 Mijdar
22:26 2015

AMED (DÎHA) - 3. Festivala Şano ya Amedê, di roja duyemîn de bi semînera "Rêbazên Peywendiya Şano û Gel" û bi lîstikên "Tabloyek ji mazotê", "Pêşandana Pandomînê" û "Yên xwedê ji wan standî" berdewam kir.

3. Festîvala Şanoyê ya Amedê di roja duyemîn de bi heyecan û eleqeyeke mezin a şanohezan didome. Di roja duyemîn de semînera "Rêbazên Peywendiya Şano û Gel" ji aliyê Ghotbedin Sadeghi ve li Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşkêşkirin. Di heman demê de, lîstikên bi navê "Tabloyek ji mazotê" û "Pêşandana Pandomînê" li Salona Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika "Yên xwedê ji wan standî" jî li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn hatin pêşandan.

Di bernameya sibê de, semînera bi navê "Nêrînek li dîroka şanoya Kurdistanê û arastêyên nû li şanoya rojhilat" di demjimêr 12:00'an de li Salona Şanoya Bajêr a Amedê dê bê pêşkêşkirin. Dê lîstika bi navê "Siltanê fîlan" di demjimêr 15:00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn û lîstika "Çirîke waran" ku ji aliyê koma şanoyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatî amedekirin jî, di demjimêr 19:00'an de li Şanoya Bajêr a Amedê bêne lîstin.

(bî/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN