Li Amedê coşa şanoyê berdewam dike 2015-11-16 22:26:01 AMED (DÎHA) - 3. Festivala Şano ya Amedê, di roja duyemîn de bi semînera "Rêbazên Peywendiya Şano û Gel" û bi lîstikên "Tabloyek ji mazotê", "Pêşandana Pandomînê" û "Yên xwedê ji wan standî" berdewam kir. 3. Festîvala Şanoyê ya Amedê di roja duyemîn de bi heyecan û eleqeyeke mezin a şanohezan didome. Di roja duyemîn de semînera "Rêbazên Peywendiya Şano û Gel" ji aliyê Ghotbedin Sadeghi ve li Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşkêşkirin. Di heman demê de, lîstikên bi navê "Tabloyek ji mazotê" û "Pêşandana Pandomînê" li Salona Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika "Yên xwedê ji wan standî" jî li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn hatin pêşandan. Di bernameya sibê de, semînera bi navê "Nêrînek li dîroka şanoya Kurdistanê û arastêyên nû li şanoya rojhilat" di demjimêr 12:00'an de li Salona Şanoya Bajêr a Amedê dê bê pêşkêşkirin. Dê lîstika bi navê "Siltanê fîlan" di demjimêr 15:00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn û lîstika "Çirîke waran" ku ji aliyê koma şanoyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatî amedekirin jî, di demjimêr 19:00'an de li Şanoya Bajêr a Amedê bêne lîstin. (bî/sy)