DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike

 
12 Mijdar
09:03 2015

AMED (DÎHA) – 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê tevlî mîhrîcanê dibin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her sal gelek kar û xebatên şanoyê dimeşîne. Heman demê de her sal mîhrîcana şanoyê li dar dixe. Dê îsal di meha mijdarê de 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bê lidarxistin. Mîhrîcana îsal bi pêşengiya Şanoya Bajar a Şardariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê mijdarê de tê lidarxistin. Axaftina vekirinê ya mîhrîcanê ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli bê kirin. Di mîhrîcanê de bi giştî 16 şano tên lîstin û 5 semîner dê bên pêşkêşkirin. Pêşandana bernameya mîhrîcanê li Salona Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dê pêk were. Ji bo tevlîbûna mîhrîcanê ji her sê parçeyên din ên Kurdistanê û Stenbolê komên şanoyan bên Amedê. Komek ji rojavayê Kurdistan, 2 kom ji rojhilatê Kurdistan, 3 kom ji başûrê Kurdistan, komek ji Bakurê Kurdistan û 2 kom jî ji Stembolê tevlî mîhrîcanê dibin. 5 Semînerên ku şanoyê dikin mijara xwe dê bên pêşkêş kirin.

'Ev mîhrîcan hevdîtina hunermedên kurd e'

Hevserokê Derhêneriya Hunerî ya Şanoya Bajar ê Amedê Ruknettin Gun anî ziman ku Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pir girîng e û got ku ji ber ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî dibin, hevdîtina hunermedên kurd pêk tê û wiha axivî: "Di heman demê de bi semîneran dê rewşa şanoyê bi berfirehî were nirxandin û nîaş li ser bên meşandin."

'Kurd tevî êrîşên dewletê dest ji xebatên çandî bernadin'

Gun diyar kir ku ew di demek pir aloz ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê komkujî pêk tên de mîhrîcana şanoyê pêk tînin. Gun da zanîn ku dema di salên 90'î de êrîş li ser gelê kurd hebûn, gelê kurd dîsa dest ji xebatên xwe yên çandî bernedan. Gun destnîşan kir ku eger rewşa Kurdistanê aloztir bibe ne mûnkune mîhrîcan pêk were û wiha pê de çû: "Em hêvî dikin ku rewş aram bibe,. AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û hurmetê nîşanî xwestekên xweseriya gel bide."

Gun destnîşan kir ku xweserî mafê mirovan ê herî xwezayî ye û mafekî bi rûmet e. Gun anî ziman ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê divê hemû gelên cîhanê xwe bi rê ve bibin û wiha got: "Bertekên dewletê li hemberî vê daxwaza gel helwesteke bi qirêj e. AKP dixwaze aloziyê li ser vê xwesteka gel avabike. Em xweseriyê diparêzin, ji ber ku xweserî mafê mirovan e."

Bernameya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê wiha ye:

15'ê Mijdarê Roja Yekşemê

Lîstika Destpêkê: "Spîmend"
Nivîskar û Derhêner: Ghotbedin Sadeghi
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet: 19.00

Axaftina vekirinê
Gultan Kişanak-Firat Anli
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

16'ê Mijdarê Roja Duşemê

Semîner: Rêbazên Peywendiya Şano û Gel-Ghotbedin Sadeghi
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Tabloyek ji mazotê
Rêveberiya Şanoyê ya Duhokê
Nivîskar û Derhêner: Helket İdrîs'abd
Cîih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:15.00

Pêşandana Pandomînê
Sasan Ghajar-Hamid Ezzeti
Beşdarvanên Workshopa Pantomînê
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:17.00

Yên Xwedê ji wan stendî
Navenda Çanda Mezopotamya / Amed
(Şanoya Yekta Hêvî)
Nivîskar: Şaliko Bêkes
Derhêner: Giyasettin Şehir
Cîih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:19.00

17'ê Mijdarê Roja Sêşemê

Semîner: Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdîstanê û
Arasetêyên Nû li Şanoya Rojhilat- Xusro Sîna
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Siltanê fîlan
Şanoya Bajar a Êlihê
(Ji Romana Yaşar Kemal)
Adaptasyon: Çetoyê Zêdo
Derhêner: Varlam Lali Nikoladze
Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:15.00

Çirîkê waran
Koma Şanoyê / Kirmaşan
Derhêner: Nîluref Qeleşaxanî
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

18'ê Mijdarê Roja Çarşemê
Semîner: Di Dîroka Şanoya Kurdî de; Berhem û Kelepora Wêjeyî-Çetoyê Zêdo
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00


Xaw eray zemîn
Koma Şanoyê / Îlam
Nivîskar: Eyub Aqaxanî
Derhêner: Hosna Qobadî
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:15.00

Bijîşkê hêja
Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
(Teatra Jiyana Nû)
Nivîskar: Anton Çehov
Derhêner: Nazmi Karaman, Rûgeş Kirici
Cîih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:19.00

19'ê Mijdarê Roja Pêncşemê

Masîreşa biçûk (Lîstika Zarokan)
Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Nivîskar: Samed Behrengî
Derhêner: Rûgeş Kirici
Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:11.00

Semîner: A Ku Di Şanoyê de Polîtîke û Şanoya Alternatîf-Mahir Günşiray
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Davul tozu
İstanbul İmpro
(Dogaçlama Tiyatro)
Konsept: Burak Tamdoğan, Koray Tarhan
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:15.00

Srûd gelekî dirinde
Koma Şanoyê / Kerkûk
Nivîskar: Kasim Metrod
Derhêner: Merîwan Zengene
Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:19.00

20'ê Mijdarê Roja Înê

Pîrê û Luyê
(Lîstika Zarokan)
Şanoya Bajar / Amed
Nivîskar: M.Malmîsanij
Derhêner: Elvan Koçer
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:11.00

Semîner: Pênaseya Şanoya Kurdistanê Li Nav Şanoya Cîhanê de-Rahîm Abdurahîmzada
Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê)
Saet:12.00

Kîm var orada/ Muhsîn beyîn son Hamletî
BGST - Tiyatro Bogazîçî
Metîn & Rejî: Grup Çalişmasi
[Banu Açikdenîz, Cuneyt Yalaz, Îlker Yasîn Keskîn, Ozgur Eren]
Cîih Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
Saet:15.00

Dawiya rojeke dirêj
Rêveberiya Şanoyê ya Silêmanî
Derhêner: Goran Ali Kerim
Cîih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

21'ê Mijdarê Roja Şemiyê

Êdî bes e
Koma Ş. Yekta / Kantona Cizîrê
Nivîskar: Beşîr Mela
Derhêner: Hesen Remo
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

22'yê Mijdarê Roja Yekşemê

Leyla
Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
(Mezopotamya Dans)
Koreografî: Serhat Kural
Muzîk: Nurhak Kilagoz
Cih: Şanoya Bajar a Amedê
Saet:19.00

(byt-esa/wk/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN