3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike 2015-11-12 09:03:28 AMED (DÎHA) – 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê tevlî mîhrîcanê dibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her sal gelek kar û xebatên şanoyê dimeşîne. Heman demê de her sal mîhrîcana şanoyê li dar dixe. Dê îsal di meha mijdarê de 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bê lidarxistin. Mîhrîcana îsal bi pêşengiya Şanoya Bajar a Şardariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” di navbera 15 û 22'ê mijdarê de tê lidarxistin. Axaftina vekirinê ya mîhrîcanê ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli bê kirin. Di mîhrîcanê de bi giştî 16 şano tên lîstin û 5 semîner dê bên pêşkêşkirin. Pêşandana bernameya mîhrîcanê li Salona Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dê pêk were. Ji bo tevlîbûna mîhrîcanê ji her sê parçeyên din ên Kurdistanê û Stenbolê komên şanoyan bên Amedê. Komek ji rojavayê Kurdistan, 2 kom ji rojhilatê Kurdistan, 3 kom ji başûrê Kurdistan, komek ji Bakurê Kurdistan û 2 kom jî ji Stembolê tevlî mîhrîcanê dibin. 5 Semînerên ku şanoyê dikin mijara xwe dê bên pêşkêş kirin. 'Ev mîhrîcan hevdîtina hunermedên kurd e' Hevserokê Derhêneriya Hunerî ya Şanoya Bajar ê Amedê Ruknettin Gun anî ziman ku Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pir girîng e û got ku ji ber ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî dibin, hevdîtina hunermedên kurd pêk tê û wiha axivî: "Di heman demê de bi semîneran dê rewşa şanoyê bi berfirehî were nirxandin û nîaş li ser bên meşandin." 'Kurd tevî êrîşên dewletê dest ji xebatên çandî bernadin' Gun diyar kir ku ew di demek pir aloz ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê komkujî pêk tên de mîhrîcana şanoyê pêk tînin. Gun da zanîn ku dema di salên 90'î de êrîş li ser gelê kurd hebûn, gelê kurd dîsa dest ji xebatên xwe yên çandî bernedan. Gun destnîşan kir ku eger rewşa Kurdistanê aloztir bibe ne mûnkune mîhrîcan pêk were û wiha pê de çû: "Em hêvî dikin ku rewş aram bibe,. AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û hurmetê nîşanî xwestekên xweseriya gel bide." Gun destnîşan kir ku xweserî mafê mirovan ê herî xwezayî ye û mafekî bi rûmet e. Gun anî ziman ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê divê hemû gelên cîhanê xwe bi rê ve bibin û wiha got: "Bertekên dewletê li hemberî vê daxwaza gel helwesteke bi qirêj e. AKP dixwaze aloziyê li ser vê xwesteka gel avabike. Em xweseriyê diparêzin, ji ber ku xweserî mafê mirovan e." Bernameya 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê wiha ye: 15'ê Mijdarê Roja Yekşemê Lîstika Destpêkê: "Spîmend" Nivîskar û Derhêner: Ghotbedin Sadeghi Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet: 19.00 Axaftina vekirinê Gultan Kişanak-Firat Anli Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 16'ê Mijdarê Roja Duşemê Semîner: Rêbazên Peywendiya Şano û Gel-Ghotbedin Sadeghi Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê) Saet:12.00 Tabloyek ji mazotê Rêveberiya Şanoyê ya Duhokê Nivîskar û Derhêner: Helket İdrîs'abd Cîih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:15.00 Pêşandana Pandomînê Sasan Ghajar-Hamid Ezzeti Beşdarvanên Workshopa Pantomînê Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:17.00 Yên Xwedê ji wan stendî Navenda Çanda Mezopotamya / Amed (Şanoya Yekta Hêvî) Nivîskar: Şaliko Bêkes Derhêner: Giyasettin Şehir Cîih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Saet:19.00 17'ê Mijdarê Roja Sêşemê Semîner: Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdîstanê û Arasetêyên Nû li Şanoya Rojhilat- Xusro Sîna Cih: Şanoya Bajêr a Amedê (Salona Sînemayê) Saet:12.00 Siltanê fîlan Şanoya Bajar a Êlihê (Ji Romana Yaşar Kemal) Adaptasyon: Çetoyê Zêdo Derhêner: Varlam Lali Nikoladze Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Saet:15.00 Çirîkê waran Koma Şanoyê / Kirmaşan Derhêner: Nîluref Qeleşaxanî Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:19.00 18'ê Mijdarê Roja Çarşemê Semîner: Di Dîroka Şanoya Kurdî de; Berhem û Kelepora Wêjeyî-Çetoyê Zêdo Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê) Saet:12.00 Xaw eray zemîn Koma Şanoyê / Îlam Nivîskar: Eyub Aqaxanî Derhêner: Hosna Qobadî Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:15.00 Bijîşkê hêja Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol (Teatra Jiyana Nû) Nivîskar: Anton Çehov Derhêner: Nazmi Karaman, Rûgeş Kirici Cîih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Saet:19.00 19'ê Mijdarê Roja Pêncşemê Masîreşa biçûk (Lîstika Zarokan) Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol Nivîskar: Samed Behrengî Derhêner: Rûgeş Kirici Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Saet:11.00 Semîner: A Ku Di Şanoyê de Polîtîke û Şanoya Alternatîf-Mahir Günşiray Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê) Saet:12.00 Davul tozu İstanbul İmpro (Dogaçlama Tiyatro) Konsept: Burak Tamdoğan, Koray Tarhan Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:15.00 Srûd gelekî dirinde Koma Şanoyê / Kerkûk Nivîskar: Kasim Metrod Derhêner: Merîwan Zengene Cih: Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Saet:19.00 20'ê Mijdarê Roja Înê Pîrê û Luyê (Lîstika Zarokan) Şanoya Bajar / Amed Nivîskar: M.Malmîsanij Derhêner: Elvan Koçer Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:11.00 Semîner: Pênaseya Şanoya Kurdistanê Li Nav Şanoya Cîhanê de-Rahîm Abdurahîmzada Cih: Şanoya Bajar a Amedê (Salona Sînemayê) Saet:12.00 Kîm var orada/ Muhsîn beyîn son Hamletî BGST - Tiyatro Bogazîçî Metîn & Rejî: Grup Çalişmasi [Banu Açikdenîz, Cuneyt Yalaz, Îlker Yasîn Keskîn, Ozgur Eren] Cîih Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Saet:15.00 Dawiya rojeke dirêj Rêveberiya Şanoyê ya Silêmanî Derhêner: Goran Ali Kerim Cîih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:19.00 21'ê Mijdarê Roja Şemiyê Êdî bes e Koma Ş. Yekta / Kantona Cizîrê Nivîskar: Beşîr Mela Derhêner: Hesen Remo Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:19.00 22'yê Mijdarê Roja Yekşemê Leyla Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol (Mezopotamya Dans) Koreografî: Serhat Kural Muzîk: Nurhak Kilagoz Cih: Şanoya Bajar a Amedê Saet:19.00 (byt-esa/wk/sy)