DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Li Misircê leşkeran dengdayînê dane rawestandin

 
1 Mijdar
12:28 2015

SÊRT (DÎHA) - Li gundê Teliba ya Misircê leşker bi hinceta ku du kes bêyî nasname deng dane, dengdayînê dan rawestandin.

Li gunde Teliba ya navçeya Misirc a Sêrtê ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de hemû dengan HDP'ê wergirtibû, leşkeran dengdayînê dane rawestandin. Leşker, bi hejmarek zêde wesayitên zirxî hatin gund û bi îddiaya ku du kes bêyî nasname deng dane, dengdayînê dan rawestandin.

Li gund ji nîvê zêdetir hilbijêran hê dengên xwe nedane û ji ber vê rewşê nikarin deng bidin.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN