Li Misircê leşkeran dengdayînê dane rawestandin 2015-11-01 12:28:14 SÊRT (DÎHA) - Li gundê Teliba ya Misircê leşker bi hinceta ku du kes bêyî nasname deng dane, dengdayînê dan rawestandin. Li gunde Teliba ya navçeya Misirc a Sêrtê ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de hemû dengan HDP'ê wergirtibû, leşkeran dengdayînê dane rawestandin. Leşker, bi hejmarek zêde wesayitên zirxî hatin gund û bi îddiaya ku du kes bêyî nasname deng dane, dengdayînê dan rawestandin. Li gund ji nîvê zêdetir hilbijêran hê dengên xwe nedane û ji ber vê rewşê nikarin deng bidin. (sy)