Li Manîsayê li hemberî taxa kurdan operasyona hilbijartinê
27 Cotmeh
10:42
2015
MANÎSA (DÎHA) - Li Manîsayê polîsan bi wesayîtên zirxî bi ser taxa Fevzî Çakmak a ku pirsanî kurd lê dijîn de girtin û operasyona "ewlehiya hilbijartinê" li dar xistin.
Polîsan li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Yunus Emre ya Manîsayê de bi hincetekî balkêş operasyon li dar xistin. Li hemberî tax bi tevlîbûna hezar polîs û gelek wesayîtên zirxî yên TOMA di bin navê "ewlehiya hilbijartinê" bi ser taxa kurd lê dijîn de girtin. Piştî ketin û derketina taxa hat girtin operasyonê dest pê kir. Polîsên ketin tax welatiyên li qehweyan rûdiniştin nasnameyên wan kontrol kirin û GBT ya wan kirin. Polîs bi çekan, mertal û çopan ketin nava tax û geriyan. Welatiyên tax bertek nîşanî operasyonê da.
(bd)