Li Manîsayê li hemberî taxa kurdan operasyona hilbijartinê 2015-10-27 10:42:33 MANÎSA (DÎHA) - Li Manîsayê polîsan bi wesayîtên zirxî bi ser taxa Fevzî Çakmak a ku pirsanî kurd lê dijîn de girtin û operasyona "ewlehiya hilbijartinê" li dar xistin. Polîsan li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Yunus Emre ya Manîsayê de bi hincetekî balkêş operasyon li dar xistin. Li hemberî tax bi tevlîbûna hezar polîs û gelek wesayîtên zirxî yên TOMA di bin navê "ewlehiya hilbijartinê" bi ser taxa kurd lê dijîn de girtin. Piştî ketin û derketina taxa hat girtin operasyonê dest pê kir. Polîsên ketin tax welatiyên li qehweyan rûdiniştin nasnameyên wan kontrol kirin û GBT ya wan kirin. Polîs bi çekan, mertal û çopan ketin nava tax û geriyan. Welatiyên tax bertek nîşanî operasyonê da. (bd)