DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Dê sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin

21 Cotmeh
16:30 2015

AGIRÎ (DÎHA) - Lijneya Hilbijartinê ya Tutaxa Agiriyê biryara ku sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin wergirt.

Ligel ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryar wergirt ku cihên sindoqan neguherînin, Lijneya Hilbijartinê ya Tutaxa Agiriyê sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin wergirt. Lijneyê ji keyayên gundan re 8 gundên ku deng lê werin bikaranîn ji şand.

Li gorî biryarê gundên ku sindoqên wan hatine guhertin wiha ne: "Sindoqên gundên Topê, Kêsa, Mirzê, Melehesen, Bedo, Cemalverdî, Kesik, Alacahan, Derik, Dêrik, Erebalî, Şemê, Qerekuyu), Gundê Em, Gultepe), Çirê) dê bibin gundên Esmer, Bozkaş, Gecîmlî, Haciyusuf, Burnubulak, Karaagaç, Çirpili, Dorukdîbîi, Taşbudak, Şekerbulak, Bayindir, Yukari Kargalikê."

Rêveberên HDP'ê yê Tutaxê bertek nîşanî biryarê dan û diyar kir ku ew ê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê îtirazî vê biryarê bikin.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN