Dê sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin 2015-10-21 16:30:40 AGIRÎ (DÎHA) - Lijneya Hilbijartinê ya Tutaxa Agiriyê biryara ku sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin wergirt. Ligel ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryar wergirt ku cihên sindoqan neguherînin, Lijneya Hilbijartinê ya Tutaxa Agiriyê sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin wergirt. Lijneyê ji keyayên gundan re 8 gundên ku deng lê werin bikaranîn ji şand. Li gorî biryarê gundên ku sindoqên wan hatine guhertin wiha ne: "Sindoqên gundên Topê, Kêsa, Mirzê, Melehesen, Bedo, Cemalverdî, Kesik, Alacahan, Derik, Dêrik, Erebalî, Şemê, Qerekuyu), Gundê Em, Gultepe), Çirê) dê bibin gundên Esmer, Bozkaş, Gecîmlî, Haciyusuf, Burnubulak, Karaagaç, Çirpili, Dorukdîbîi, Taşbudak, Şekerbulak, Bayindir, Yukari Kargalikê." Rêveberên HDP'ê yê Tutaxê bertek nîşanî biryarê dan û diyar kir ku ew ê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê îtirazî vê biryarê bikin. (wk)