DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Hejmara wendahiyên li Mînayê her ku diçe girantir dibe

24 Îlon
14:55 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Beşa Parastina Sivîl a Suudî Erebîstan daxuyand ku hejmara kesên li Mînayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 453 kesan û 719 kes birîndar bûne.

Li bajarê Mîna ya Suudî Erebîstanê di îzdîhama li konbajara ku hecî beriya biçin şeytan kevir bikin lê diman, hejmara kesên mirî li gor daxuyaniyên Beşa Parastina Sivîl 453, hejmara kesên birîndar jî 719 kes in.

Hate zanîn ku ji bo kesên mirî û birîndar werin tahliyekirin xebat berdewam dike.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN