Hejmara wendahiyên li Mînayê her ku diçe girantir dibe 2015-09-24 14:55:41 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Beşa Parastina Sivîl a Suudî Erebîstan daxuyand ku hejmara kesên li Mînayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 453 kesan û 719 kes birîndar bûne. Li bajarê Mîna ya Suudî Erebîstanê di îzdîhama li konbajara ku hecî beriya biçin şeytan kevir bikin lê diman, hejmara kesên mirî li gor daxuyaniyên Beşa Parastina Sivîl 453, hejmara kesên birîndar jî 719 kes in. Hate zanîn ku ji bo kesên mirî û birîndar werin tahliyekirin xebat berdewam dike. (sy)