DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Colemêrgê amadehiyên 1’ê Gulanê didomin

 
30 Nîsan
11:28 2015

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo 1’ê Gulanê banga tevlîbûna meşê li her kesî kir.

Li Colemêrgê endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê belavokên destan belavkirin. Endamên kedê beriya belavkirina belavokan li ber avahiya KESK’ê daxuyaniyek kurt dan û banga tevlîbûna çalakiya 1’ê Gulanê kirin. Piştre li nav sûkê belavokên destan a bangawaziyê li esnafan belavkirin.

Dê sibê bi pêşengiya KESK’ê saet di 10.00’an de meşek ku li ber avahiya Nexweşxaneya Colemêrgê heya TEDAŞ’ê were lidarxistin.

(gka-my/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN