Li Colemêrgê amadehiyên 1’ê Gulanê didomin 2015-04-30 11:28:15 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo 1’ê Gulanê banga tevlîbûna meşê li her kesî kir. Li Colemêrgê endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê belavokên destan belavkirin. Endamên kedê beriya belavkirina belavokan li ber avahiya KESK’ê daxuyaniyek kurt dan û banga tevlîbûna çalakiya 1’ê Gulanê kirin. Piştre li nav sûkê belavokên destan a bangawaziyê li esnafan belavkirin. Dê sibê bi pêşengiya KESK’ê saet di 10.00’an de meşek ku li ber avahiya Nexweşxaneya Colemêrgê heya TEDAŞ’ê were lidarxistin. (gka-my/wk)