DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ'ê li Kocaeliyê şahî li dar xist

 
20 Nîsan
11:53 2015

KOCAELÎ (DÎHA) - Federasyona Ciwanan a Demokratik a Kocaelî (DEM-GENÇ) li Qada Newrozê ya navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi tevlîbûna sedan welatiyan şahî li dar xist.

DEM-GENÇ'ê li Qada Newrozê ya navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi tevlîbûna sedan welatiyan şahî li dar xist. Li qada şahiyê pankarta "Em é jiyana azad bi xeta berxwedana Kobané bi rihe berxwedana Arin Mirkanan ava bikin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wêneyên şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Huseyîn Erpolatê li ser navê DEM-GENÇ'ê axivî û balkişand ser pêvajoya dîroka ya ku tê re derbas dibin. Erpolat diyar kir ku gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiya berxwedanê dike û pêşengê pêvajoyê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Divê em ciwan li gorî pêdiviyên pêvajoyê xebatên xwe bi lez bikin."

Şahî heta derengiya şevê berdewan kir.

(dd/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN