DEM-GENÇ'ê li Kocaeliyê şahî li dar xist 2015-04-20 11:53:15 KOCAELÎ (DÎHA) - Federasyona Ciwanan a Demokratik a Kocaelî (DEM-GENÇ) li Qada Newrozê ya navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi tevlîbûna sedan welatiyan şahî li dar xist. DEM-GENÇ'ê li Qada Newrozê ya navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi tevlîbûna sedan welatiyan şahî li dar xist. Li qada şahiyê pankarta "Em é jiyana azad bi xeta berxwedana Kobané bi rihe berxwedana Arin Mirkanan ava bikin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wêneyên şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Huseyîn Erpolatê li ser navê DEM-GENÇ'ê axivî û balkişand ser pêvajoya dîroka ya ku tê re derbas dibin. Erpolat diyar kir ku gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiya berxwedanê dike û pêşengê pêvajoyê jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Divê em ciwan li gorî pêdiviyên pêvajoyê xebatên xwe bi lez bikin." Şahî heta derengiya şevê berdewan kir. (dd/bd)