DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Dê bersûcên girtî bînin rûniştinê

 
13 Nîsan
12:32 2015

MANÎSA (DÎHA) - Rûniştina doza karesta Somayê ya 301 madenavan jiyana xwe ji dest da bi protestoyên malbatan dest pê kir û dadgehê biryara bersûcên girtî bînin dadgehê da.

Piştî li navçeya Soma ya Manîsanê di kanaya komurê de 301 madenvanan jiyana xwe ji dest dan rûniştina doza derbarê 45 kesên jê 8 kes girtî ya hate vekirin li Dadgeha Cezayên Giran a Akhîsarê dest pê kir. Di rûniştinê de malbatan bertek nîşanî 8 kesên girtî dê bi dîmen tevlî rûniştinê bibin dan û diyar kirin ku ew ji bo bi bersûcan re rû bi rû bên hatin salonê û dadgeh protesto kirin. li ser vê yêkê heyeta dadgehê navbera da rûniştinê. Pişt navberê parêzeran daxwazên xwe anîn ziman.

Pişt re heyeta dadgehê biryara 8 bersûcan bînin dadgehê da û rûniştin taloqî 15'ê nîsanê kir.

(bd)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN