Dê bersûcên girtî bînin rûniştinê 2015-04-13 12:32:11 MANÎSA (DÎHA) - Rûniştina doza karesta Somayê ya 301 madenavan jiyana xwe ji dest da bi protestoyên malbatan dest pê kir û dadgehê biryara bersûcên girtî bînin dadgehê da. Piştî li navçeya Soma ya Manîsanê di kanaya komurê de 301 madenvanan jiyana xwe ji dest dan rûniştina doza derbarê 45 kesên jê 8 kes girtî ya hate vekirin li Dadgeha Cezayên Giran a Akhîsarê dest pê kir. Di rûniştinê de malbatan bertek nîşanî 8 kesên girtî dê bi dîmen tevlî rûniştinê bibin dan û diyar kirin ku ew ji bo bi bersûcan re rû bi rû bên hatin salonê û dadgeh protesto kirin. li ser vê yêkê heyeta dadgehê navbera da rûniştinê. Pişt navberê parêzeran daxwazên xwe anîn ziman. Pişt re heyeta dadgehê biryara 8 bersûcan bînin dadgehê da û rûniştin taloqî 15'ê nîsanê kir. (bd)