DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Piştî 40 zarokên Êzêdî mirin civaka navnetewî hişyar bû

6 Tebax
18:03 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Netewên Yekbûyî UNICEF piştî 40 zarokên êzîdî li navçeya Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, xemgîniya xwe anî ziman û nerazîbûna nîşan dan.

Rêxistina Netewên Yekbûyî UNICEF diyar kir ku bi raporekê nîşan da ku gelek zarokên navçeya Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û ji ber tîbûn û birçîbûnên jiyana xwe ji dest didin. UNICEF'ê ragihand ku piştî êrîşên çeteyan di roja yekşema borî de bi hezaran kurdên Êzdî hatine koçberkirin û berê xwe dane Çiyayê Şengalê.

UNICEF da zanîn ku malbatên ku ji herêmên xwe reviyabûn Çiyayê Şengalê pêdiviya wan bi alîkariya av û xwarinê heye.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN