Piştî 40 zarokên Êzêdî mirin civaka navnetewî hişyar bû 2014-08-06 18:03:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Netewên Yekbûyî UNICEF piştî 40 zarokên êzîdî li navçeya Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, xemgîniya xwe anî ziman û nerazîbûna nîşan dan. Rêxistina Netewên Yekbûyî UNICEF diyar kir ku bi raporekê nîşan da ku gelek zarokên navçeya Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û ji ber tîbûn û birçîbûnên jiyana xwe ji dest didin. UNICEF'ê ragihand ku piştî êrîşên çeteyan di roja yekşema borî de bi hezaran kurdên Êzdî hatine koçberkirin û berê xwe dane Çiyayê Şengalê. UNICEF da zanîn ku malbatên ku ji herêmên xwe reviyabûn Çiyayê Şengalê pêdiviya wan bi alîkariya av û xwarinê heye. (bd)