DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

DAÎŞ'ê 10 malbat revand

23 Hezîran
17:04 2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên DAÎŞ'ê 10 malbatên ku xwestin biçin Herêma Federal a Kurdistanê revandin.

Piştî ku DAÎŞ'ê Musul dagir kir, li her derê vediguherîne gola xwînê û revandina sivîlan didomîne. DAÎŞ'ê, 10 malbatên ku xwestin ji herêma Alam ya li Rojhilatê Tîkrîtê, birevin Herêma Federal a Kurdistanê revandin. Serokê eşîrê ji Irakinews re axivî û diyar kir ku malbatên ku ji ber ewlehiyê direvin herêma kurdan tên revandin û eger destura ketina Alamê negirin dê bên qetilkirin. Heta niha tu pêşketin nehatine bi dest xistin.

Li aliyê din endamên DAÎŞ'ê êrîşî hêzên SWAT ku girêdayî Malikî ne, kirin û 10 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Li Rojhilatê Tîkrîtê şerê navbera eşîran û DAÎŞ'ê didome. Tê gotin ku di encama şer de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, lê der barê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane agahiyeke zelal nehat dayîn.


(ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN