DAÎŞ'ê 10 malbat revand 2014-06-23 17:04:39 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên DAÎŞ'ê 10 malbatên ku xwestin biçin Herêma Federal a Kurdistanê revandin. Piştî ku DAÎŞ'ê Musul dagir kir, li her derê vediguherîne gola xwînê û revandina sivîlan didomîne. DAÎŞ'ê, 10 malbatên ku xwestin ji herêma Alam ya li Rojhilatê Tîkrîtê, birevin Herêma Federal a Kurdistanê revandin. Serokê eşîrê ji Irakinews re axivî û diyar kir ku malbatên ku ji ber ewlehiyê direvin herêma kurdan tên revandin û eger destura ketina Alamê negirin dê bên qetilkirin. Heta niha tu pêşketin nehatine bi dest xistin. Li aliyê din endamên DAÎŞ'ê êrîşî hêzên SWAT ku girêdayî Malikî ne, kirin û 10 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Li Rojhilatê Tîkrîtê şerê navbera eşîran û DAÎŞ'ê didome. Tê gotin ku di encama şer de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, lê der barê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane agahiyeke zelal nehat dayîn. (ça)