14:16 30/6/2014 |
|
Çeteyên destbixwîn DAÎŞ piştî di 10 Hezîranê de Mûsûlê dagirkir, daxuyand ku li Iraqê Dewleta Xîlafetê îlan kirine û Ebûbekîr el-Bagdayî jî wekî xalîfe hilbijartine.
|
16:31 24/6/2014 |
|
Serokkomarê Misrê Abdulfettah el-Sîsî, daxuyand ku ew 3 nûçegîhanên Al Jazeera ku derbarê wan de cezayê girtîgehê hatiye dayîn, efû nake.
|
10:14 24/6/2014 |
|
Li bajarê Beyrûtê yê Libnanê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşekî bombeyî pêk hat û di encama teqînê de 19 birîndar bûn.
|
17:04 23/6/2014 |
|
Çeteyên DAÎŞ'ê 10 malbatên ku xwestin biçin Herêma Federal a Kurdistanê revandin.
|
12:40 16/6/2014 |
|
Li Kolombiyayê hilbijartinên serokomariyê hatin lidarxistin û di encama hilbijartinan de Juan Manuel Santos ku bi FARC re muzakereyên aştiyê pêk tîne, ji nû ve bû serokomar.
|
12:04 16/6/2014 |
|
Ekonomîstên Brezîlyayê, Kupaya Cîhanê wekî 'henekeke zalim' bi nav dikin û dê wekî Kupaya Cîhanê ya 2010'an ku li Afrîkaya Başûr hatibû lidarxistin, pere ji bêrika xîzanan derkeve.
|
12:39 14/6/2014 |
|
Li bajarê Lugansk yê li rojhilatê Ukraynayê dikeve, alîgirên Rusyayê balafireke kargo daxistin û tê gotin ku di encamê de 49 xebatkarên leşkerî yên Ukraynayê jiyana xwe ji dest dane.
|
13:20 12/6/2014 |
|
Raya giştî ya cîhanê sedemên êrîşên DAÎŞ'ê yên li hember Musul û bajarên din nîqaş dikin û çapemeniya Iraqê yên li nêzî hikûmetê ji bo DAÎŞê, DYA'yê berpirsyar nîşan didin.
|
09:44 12/6/2014 |
|
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên DAIŞ'ê yên Mûsil û Tîkrîtê şermezar kir û diyar kir ku rewşa Mûsilê ya ku 500 hezar mirov jê hatin koçberkirin nebaş e û wiha got: "Her diçe rewş nebaş dibe."
|
16:48 10/6/2014 |
|
Li Bakubayê di dema merasîma cenaze de bombeyeke zindî li hember girseyê êrîş pêk anî û di encamê de herî kêm 34 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
|
11:10 10/6/2014 |
|
Dewleta Îslama Iraq-Şamê (IŞÎD), kontrola bajarê Musulê bi temamî destxist. Partiyên kurd buroyên xwe vala kirin û gel bajar terk dike.
|
19:24 28/5/2014 |
|
Li paytexta Iraq'ê Bexdayê di encama teqîna maşînek bombebarkirî de 13 kesî jiyana xwe ji dest da herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.
|
07:51 21/5/2014 |
|
Li qada Nijeryayê li 2 deverên cuda teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan.
|
12:52 15/5/2014 |
|
Çapemeniya cîhanê di rûpelên xwe de cih da trajediya Somayê û bertekên welatiyan yên li dijî Erdogan derxistin manşetê.
|
19:41 10/5/2014 |
|
3'emîn Turnuvaya Futbolê ya Şerzan Kurt ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Harranê ve hat organîzekirin dest pê kir.
|
01:33 01/5/2014 |
|
Li herêma Uygurê ya Çînê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
|
11:42 28/4/2014 |
|
Dadgehên Misirê piştî darbeya leşkerî ya 3'ê Tîrmehê der barê 683 kesên endamên Rêxistina Birayên Misliman de cezayê îdamê da.
|
13:35 20/4/2014 |
|
Li paytexta Iraqê Bexdayê, endamên IŞÎD'ê êrîşî avahiya zanîngehekî kirin, di encama êrişê de 5 peywirdarên ewlehiyê mirin, gelek hindekarên zanîngehê û xwendekar dîl hatin girtin.
|
12:01 20/4/2014 |
|
Konseya Şoreşê ya Giştî ya Suriyeyê ku ji muxalîfan pêktê, îdiakirin ku artêşa Suriyeyê li Hamayê gazên klor bi kar aniye.
|
10:51 16/4/2014 |
|
Keştiyaku 476 rêwiyê wê hebûn, li berava başûr a Guney Koreyê noqî avê bû. Piştî bûyerê 368 rêwî hatin rizgarkirin û 100 rêwî jî hêj winda ne.
|