DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

17:07 17/2/2014
 
Li Suriyeyê 102 hezar çekdarên bîyanî
Nûnerê erkanê hêzên leşkerî yê Rûsya ji ajansa Interfaksê re ragihan ku, li gorî zanyariyên Rûsî jimara kesên li Sûriye li dijî rejima Esed şer dikin di nava 110-120 hezar kesî de ye.
16:11 17/2/2014
 
Piştî Cenevre 2 gelo AAS ji nû ve tê avakirin?
Konseya Neteweyî ya Muxalif û Şoreşger a Sûriyeyê Serfermandarê Giştî yê Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) Selîm Îdrîs ji wezîfeyê wergirt. Hat ragihandin ku li şûna Îdrîs Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Mustafa yê piştî Îdrîs ji wezîfeyê hat wergirtin bi 3 rojan îstîfaya xwe dabû, lê bi zexta DYA û Tirkiyeyê îstîfaya xwe paşde kişandibû bûye Serfermandarê Giştî yê AAS.
17:14 11/2/2014
 
DAIŞ neçar ma ji Dêra Zorê derkeve
Hate ragihandin ku li bajarê Dêra Zorê ya Sûriyeyê piştî pevçûnên çend rojan ên dijwar di navbera çekdarên muxalefetê û komên DAIŞ’ê rûdane, îro komên DAIŞ’ê ji bajêr vekişiyane.
16:53 11/2/2014
 
Li Cezayîrê balafir ket: Zêdeyî 100 mirî
Li bakur-rojhilatê Cezayîrê, balafireke rêwiyan ket xwarê û li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.
09:37 07/2/2014
 
Li Îranê nav bi zimanê zikmakî qedexe ne
Rêveberiya Îranê li eyaleta Belucistanê qedexe kir ku gel bi zimane xwe navan li zarokên xwe bike.
10:52 24/1/2014
 
Li Misirê teqîn 5 mirî 66 birîndar
Li paytexta Misirê Qahîreyê du teqîn li cîhên cûda pêkhat di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 66 kes jî birîndar bûn.
13:41 22/1/2014
 
Di Cenevre-2 ya bêyî Desteya Bilînd a Kurd pêk hat de şerê koran
Konferansa Cenewre-2 ku nûnerê 40 welatan beşdar bûye bêyî kurdan didome. Bêyî ku Desteya Bilînd a Kurd amade bibe konferansa Cenevre-2 serê sibê dest pê kir. Wezîrê Kar û Barê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê John Kerry diyar kir ku dê Rêberê Suriyeyê Esad di hikûmeta demî ya ku bê avakirin de bi tû awayî cîh negre. Wezîrê Kar û Barê Derve yê Suriyeyê Velîd Mualîm jî diyar kir ku berpirsyarê şerê navxweyî yê Suriyeyê hêzên navnetewî û mûxalifên ku li derveyî Suriyeyê dijîn û dijberiya Suriyeyê dikin nin.
12:09 22/1/2014
 
Konferansa Cenevre-2 bêyî kurdan dest pê kir
Konferansa Cenevre-2 ya bi boneya dawî li şerê navxweyî bîne û her wiha ji bo çareseriya Suriyeyê, bi tevlîbûna wezîrên kar û barê derve yên 40 welatan dest pê kir. Konferansê bêyî kurdên Rojava dest pê kir.
12:48 07/1/2014
 
OSO û Esad agirbest pêk anîn
Hat îdîakirin ku OSO û hêzên Esad ji bo li hember Eniya El Nusra a girêdayî El Qaîde şer bikin agirbest pêk anîne.
12:31 27/12/2013
 
Li Beyrutê teqîn pêk hat: 5 kes mirin
Li Paytextê Lubnanê Beyrutê li nêzî avahiyên serokwezîr û wezîriyê teqîn pêk hat. Di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
16:49 18/12/2013
 
Li Rusyayê efoya giştî hat îlankirin
Li parlamentoya Rûsya ya jêrîn Dumayê bi minasebeta 20'emîn salvegera makezagonê efoya giştî hat îlankirin.
13:32 13/12/2013
 
NY'ê çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê piştrast kir
Mufetîşên Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya der barê ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn de diyar kirin ku 5 caran kîmyasal hatiye bikaranîn. Mufetîşan berpirsên van êrîşan nedan xuyakirin.
09:57 04/12/2013
 
Di rapora nelirêtiyê de Tirkiye di rêza 53'emîn de ye
Rêxistina Zelaliyêya Navneteweyî, Rapora Nelirêtiya Cîhanê ya 2013'an aşkere kir. Li gorî raporê Tirkiye di nava 177'an de di rêza 53'an de cih digire
16:44 02/12/2013
 
Li Îranê 1800 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, diyar kir ku piştî di 25'ê Mijdarê de li 11 girtiyên din cezayê darvekirinê hat birîn û şandin Girtîgeha Ghezel Hesar, 1800 kesên di wê girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin.
14:58 29/11/2013
 
Li Îngilistanê ciwan pirtûkên çapkirî tercîh dikin
Li gor lêkolîneke li Îngilistanê ciwan pirtûkên çapkirî tercih dikin.
15:09 25/11/2013
 
Li Îranê hejmara girtiyên ku di grevêdeye derket 14' an
Li Îranê girtiyên siyasî yên kurd ji ber cezayên daliqandinê, kiryarên tundî û zordariyên di gitîgehan de protesto bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn hijmara girtiyan derket 14'an.
09:53 22/11/2013
 
Li Letonyayê di supermarketê de karesat pêk hat
Li paytexta Letonyayê Rîgayê ji ber karesatê banê supermarketek hilweşiya û 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Zêteyî 30 kes jî birîndar bûn.
15:08 14/11/2013
 
Di merasîma Kerbelayê de êrîş: 39 mirî, 65 birîndar
Di êrîşa întîharî ya di merasîma bîranîna şehîdên Kerbelayê ya li Iraqê de bi hindikayî 39 kes jiyana xwe ji dest dan.
11:36 08/11/2013
 
Li Iraqê teqîn: 15 mirî
Li paytexta Iraqê, Bexdayê teqîn pêk hat. Di encama teqînêde 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 30 leşker birîndar bûn.
10:26 27/10/2013
 
Vê sibê Bexda bi bombeyan hejiya
Îro danê sibehê li gelek herêmên Bexda êrîşên bombeyî pêk hatin, bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN