DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ceza da Hevşaredar Bakirhan

 
29 Cotmeh
14:09 2016


SÊRT (DÎHA)
- 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza da Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan.


Dozgerê Komarê yê Sêrtê, der barê Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan de bi hinceta di 15'ê Sibata 2015'an de beşdarî daxuyaniya çalakiyê bûye de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Rûniştina Doza Bakirhan li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat dîtin. Heyeta dadgehê jî bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza da Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan. Doz duh hat dîtin û parêzerên Bakirhan amade bûn. Heyetê der barê Bakirhan de salek ceza birî û ceza taloq kir. Parêzeran diyar kirin ku dê ceza îtîraz bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN